Polîsan li Cizîrê du zarok birîndar kirin

Polîsan li Cizîrê du zarok birîndar kirin

Ciwanên Cizîrê ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê şermezar bikin çalakî li dar xist. Polîsan xwe li vê çalakiyê ranegirtin û bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Ji ber êrîşa polîsan du zarok birîndar bûn.

Li Cizîra Şirnexê ciwanên ku ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Kobanê li ser rêya Nisêbîn, Hezex û Yasefê li hev civiyan. Polîsan bi bombeyên gazê û TOMA erîşî çalakiyê kir, ciwanan jî bi keviran bersiv da polîsan. Di encama bersiva ciwanan de pevçûn derket. Pevçûn de demek kurt de li gelek deverên Cizîrê belav bûn. Ciwanan vê carê daketin ser rêya Nisêbîn û Yasefê û li wir lastîk vêxistin û rê li trafîkê re girtin. Pevçûna li Cizîrê hê jî didome. Hat ragihandin ku ji ber êrîşa polîsan du zarok birîndar bûne.