Polîsan li Cizîrê êrîşî çalakiya protestokirina 15’ê Sibatê kir

Polîsan li Cizîrê êrîşî çalakiya protestokirina 15’ê Sibatê kir

Îşev li navçeya Cizîr ya Şirnexê polîsan êrîşî çalakiya ji bo protestokirina komploya 15’ê Sibatê hatî li darxistin kir.

Bi sedan kesên ku îşev li ser rêya Hezezê ya navenda Cizîrê hatin gel hev, komploya 15’ê Sibatê protesto kirin. Xwepêşandanên ku li ser rê agir bi lastîkan xistin bê navber ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê slogan avêtin.

Piştî demekê polîsên Tirk hatin cihê bûyerê û êrîşî çalakvana kir, çalakvana jî bi kevir û guleyên hewayê bersiv da.

Di bûyerên derketîn de balkêş bû ku, li gel polîsan wesayîtên cendirmeyan jî hatin bikaranîn, her wiha di derbarê kesek hate binçavkirin yan na agahî nehate girtin.