Polisan li Cizîrê mudaxaleyî ciwanan kir
Polisan li Cizîrê mudaxaleyî ciwanan kir
Polisan li Cizîrê mudaxaleyî ciwanan kir
Komek ciwanên ku li Cizîrê kuştina 2 welatiyan şermezar kir rastî mudaxaleya polîsan hat.
Komek ciwanên ku li kolanên Navçeya Cizîrê kom bûn bi çalakiyekê kuştina 2 welatiyên li Geverê ji aliyê polîsan ve pêk hat şermezar kirin.
Koma ku li Kolana Nisêbînê hatin cem hev rê li trafîkê girtin û çalakî pêk anîn. Polîsan bi TOMA û maşîneyên zirxî mudaxaleyî ciwanan kir. Ciwanan jî bi keviran bersîv da polîsan. Bûyerên ku li Kolana Nisêbînê destpê kir heta Dortyola Cizîrê belav bûn.