Polîsan li Geverê cenazeyên her du welatiyan revandin

Polîsan li Geverê cenazeyên her du welatiyan revandin

Polîsan li Geverê cenazeyê Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên bi gulleya polîsan jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê revandin.

Li navçeya Geverê ya Colemergê di çalakiya ji bo şermezakirina texrîbkirina gorên gerîlayên HPG’yiyan de ku polîsan êrîşî girseyê kir Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên ap û birazî bi gulleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her du welatiyan ku rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê polîsan cara duyem li ber nexweşxaneyê êrîşî girseyê kir û bêyî ku xeberê bidin malbatan her du cenaze ji nexweşxaneyê revandin.