Polîsan li Geverê du zarok birîndar kirin
Polîsan li Geverê du zarok birîndar kirin
Polîsan li Geverê du zarok birîndar kirin
Hat hînbûn, li Geverê di encama êrîşa polîsan de 2 zarok ji ber bombeya gazê birîndar bûne. Rewşa S.D. yê bombeya gazê li rûyê wî ket, giran e.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ciwanan hewl dan dîrekê mobese yê li pêş Otela Oslo ji cih rakin, lê belê rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama bûyerên ji ber êrîşa polîsan de zarokên bi navê O.K. yê 12 salî û S.D. yê 16 salî birîndar bûn. Hat hînbûn ku S.D. yê bombeya gazê li rûyê wî ket, ji ber rewşa wî giran e ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. O.K. yê ji ber derbên kapsulên bombeya gazê birîndar bû jî, li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê tê dermankirin.
Her wiha hat ragihandin ku gelek polîs li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û li pêş Servîsa Lezgîn radiwestin.