Polîsan mudaxaleyî çalakiya li dijî ODTU kir: 4 kes binçavkirin
Polîsan mudaxaleyî çalakiya li dijî ODTU kir: 4 kes binçavkirin
Polîsan mudaxaleyî çalakiya li dijî ODTU kir: 4 kes binçavkirin
Li Stenbolê girseya ku li dijî jêkirina darên li ODTU çalaki pêk anîn, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan 4 kes binçav kirin.
Şaredariya Enqereyê ya AKP'ê bêyî nerîn û daxawzên gel li ber çavan bigire şevê din dest bi jêkirina darên daristana ODTU kiribû. Li hemberî vê yekê komek welatî li Stenbolê çalakî pêk anîn. Girseya ku li Qada Galatasarayê kom bû û meşiyan rastî mudaxaleya polîsan hatin.
Girsê di meşê de siloganên "Di ber xwe bide ODTU, Taksim bi tere ye" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Her der ODTU û her der berxwedan" û "Ev hêj destpêke, têkoşîn berdewam e" berz kirin. Girseyê piştî meşê ji bo kesên di têkoşîna Parka Gezi de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin. Girsê piştî saetekê çalakî pêk anîn xwest belav bibe. Polîsan jî vê carê xwest ji komê çend kesan binçav bike. Ji ber helwesta polîsan rageşî derket. Polîsan di mudaxaleyê de welatiya bi navê Hazer Buyuktunca û 3 kesên navê wan nehat zanîn binçav kirin û birin midûriyeta polîsan a Stenbolê.