Polîsan mudaxaleyî meşa Bedlisê kir
Polîsan mudaxaleyî meşa Bedlisê kir
Polîsan mudaxaleyî meşa Bedlisê kir
Li Bedlisê di pêşengiya Egîtîm Sen û KURDÎ-DER'ê de meş hat lidarxistin. Li gel ku polîsan mudaxale kir jî meş heta dawî pêk hat.
Egîtîm Sen û KURDÎ-DER'a Bedlisê bi boneya daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî bike û "Sonda me" ji dibistanan bê rakirin meşek pêk anîn. Polîsan mudaxaleyî meşê kir û nexwestin meş pêk bê.
Koma ku ji avahiya KESK'ê heta Kolana Bankalar meşiyan, rastî astengiya polîsan hatin. Komê li gel polîsan xwest komê rawestîne jî komê meşa xwe berdewam kir. Piştî kom dîsa rastî astengiyên hêzên çevîk hat, komê bi pankarta "Edî bese, bi zimanê dayikî perwerdehî" vekir û meşa xwe berdewam kir. Koma ku li gel astengiyên polîsan heta kolana Bankayan meşiyan li vir daxuyanî da çapemeniyê. Di meşê de Parlamenterê BDP'ê Husamettin Zenderlîoglu, Rêveberên BDP'ê, Rêveberên Egîtîm Sen û KURDÎ-DER'ê jî di navde gelek kesên din amade bûn.
Serokê KURDÎ-DER'a Tetwanê Haluk Çelebi, daxuyanî xwend û xwest daxwazên kurdan ên Perwerdehiya Zimanê Zikmakî bê qebûlkirin.
Zenderlîoglu jî helwesta polîsan rexne kir û xwest mafê ziman bê qebûlkirin.
Piştî axaftinan komê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.