Polîsan pêşî li karwanê cenazeyê gerîlayê HPG girt

Polîsan pêşî li karwanê cenazeyê gerîlayê HPG girt

Polîsan rêya karwanê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îbrahim Başak (Zagros Urfa) li Pirsûsê ya Rihayê birî û xwestin ku cenazeyê Başak di nava Pirsûsê re derbas nekin. 

Di 3'ê Tîrmeha 2010'an de li Navçeya Elkê ya Şirnexê pevçûn derketibû û di pevçûnê de gerîlayê HPG'ê Îbrahim Başak jiyana xwe ji dest dabû. 3 sal berê cenazeyê Başak li Goristana Tekserê Şirnexê hatibû definkirin. Li gel ku malbatê ji bo testa DNA'yê çend çaran serî li dozgeriyê da jî encam bi dest nexistibû. Herî dawî dozgeriyê malbat agahdar kir û xwestin bên cenazeyê kurê xwe wergirin. Li ser banga Dozgeriya Komarê ya Şirnexê malbat li gel rêveberên BDP'ê çûn Goristana Tekserê û cenazeyê Başak ji gorê derxistin. Malbata Başak cenazeyê kurê xwe wergirtin û bi karwanek mezin ber bi Gundê Axaciya Mezin a Rihayê ve derketin rê. Karwana cenazeyê Başak di ketina Pirsûsê ya Rihayê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Tîmên taybet û polîsên hêzên çevîk destûr neda ku karwana Başak di nava Navçeya Pirsûsê re derbas bibe. Polîsan xwest cenazeyê Başak raste rast derbasî Gundê Axaciya Mezin bikin. Lê birayê Başak Mehmet Başak, jî diyar kir ku malbata birayê wî li Pirsûsê ye û dixwaze cenaze bibe malê. Rageşiya di navbera karwan û polîsan de didome.