Polîsan wesayîta Demirtaş pelixand

Polîsan wesayîta Demirtaş pelixand

Derket holê ku wesayîta meqamê yê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ji bo tevli çalakiya "Nobeta Rojava" bibe ji Wêranşarê diçû Serêkaniyê ji aliyê polîsan ve hatiye pelixandin. 

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di dema ku ji bo tevli çalakiya "Nobeta Rojava" bibe ji Wêranşarê diçû Serêkaniyê rastî mudaxaleya polîsan hatibû. Piştî mudaxaleyê derket holê ku polîsan wesayîta meqamê ya Demîrtaş pelixandiye. Hate dîtin ku aliyê paşiyê yê wesayîtê di dema ku Demîrtaş têde bûye, ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hatiye pelixandin.