Polîsên Munîhê li posterê Ocalan digerin!

Polîsên Munîhê li posterê Ocalan digerin!

Polîsên Munîhê di ser malên rêveberên komeleyên Kurdan de girtin. Polîsan got, ew li posterê Ocalan yê di şahiya Kanûna 2011’an de hatî derxistin digerin.

Roja borî polîsên Munîhê di ser malên rêveberên komeleyên Kurdan de girtin. Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, di serdegirtinan de tu kes nehate binçavkirin, lê belê dest danîn ser telefonên desta, computer, CD û belgeyan. Sedemê serdegirtinê jî weke şahiya şevê ya li gel Şaredariya Munîhê hatiye organîze kirin nîşanda. Hate diyarkirin ku serdegirtin ji ber sedema şahiya ku di Kanûna 2011’an de biboneya 50’mîn salvegera hatina Tirkiyeyiyên Elmanyayê pîroz kirin, ‘posterên Ocalan û alên der-zagon’ cih girtine lêpirsîn hatibû destpêkirin, çêbûye. Li Munîhê di 16-19’ê Kanûnê de di çalakiyê de pêşangeh, panel û şahî hatibûn duristkirin, şeva ku lêpirsîn derbarê wê de hatibû destpê kirin Parlementer Leyla Zana jî tevlî bibû.

Polîsên ku di ser mala Serokê Komeleyê Akpinar de girtin gotin, ew posterên Ocalan û alên li ser dikê hatin vekirin dixwazin. Akpinar diyarkir ku, di wesayîta wî de jî lêgerîn pêkanîn û got, ew dê ji ber vê pêkanînê giliyê bike.

Akpinar da zanîn ku, “Dema sala borî me li herêmê ev şahî pêkanî rayedarên Tirk gelek nerihet bibûn. Birêya Balyozxaneyê ji şaredar re gotibûn, ‘hûn çima kurdan didin pêş, bila ew jî li gel me van pîrozbahiyan bikin’, xwestin me bêxin bin hîmaya xwe de. Me çalakiyên pir bi bandor çêkirin, ew jî vê dizanin. Ji ber vê sedemê ji bo pêşî li faliyetên me bigirin van rêbazan diceribînin.”