'Polîtîkaya Sûriyê dikare Tirkiyê bêaram bike'

'Polîtîkaya Sûriyê dikare Tirkiyê bêaram bike'

Lêkolîner nivîskar Fotî Benlîsoy, helwesta Tirkiyê ya di mijara Sûriyê de nîşan dide, şiband helwesta Pakîstanê ya di salên 1980 de li hemberî Efganîstanê nîşan dan. Benlîsoy bibîr xist ku "kûrahiya stratejîk" a Pakîstanê dixwest pê re li Efganîstanê bibe xwedî bandor, Pakîstan bi xwe tevlîhev kiriye. Benlîsoy destnîşan kir ku piştgiriya Tirkiye dide Sûriyê, dikare Tirkiyê bêaram bike.

Lêkolîner nivîskar Fotî Benlîsoy, helwest Tirkiye ya li hemberî şoreşa Rojava ji ANF'ê re nirxand.

Benlîsoy da xuyakirin ku polîtîkaya derve ya Tirk ji destpêkê ve weke dijminan nêzî daxwazan netewî û demokratîk ên Kurdên li Sûriyê bûye û hewl da PYD'ê li qada navnetewî bi tenê bihêle û mora rêxistina terorê lê bide. Hewl da PYD'ê weke dewama rejîma rejîma Esad nîşan bide û eşîrên Ereb û mûxalîfên çekdar li hemberî Kurdan sor kir. Benlîsoy diyar kir ku ji bo bandora YPG'ê bişkîne, Tirkiyê rê li ber rewşeke giran a şer vekir.

POLÎTÎKAYÊN TIRKIYÊ LI DÎWÊR KET

Benlîsoy diyar kir ku vexwendina Salih Muslim li Tirkiyê, mikurhatineke şermok a tekçûna van polîtîkayên Tirkiyê bû û got, "Bi vî rengî PYD weke aktoreke fermî qebûl kir û pê hesiyan ku xeta bitenê hiştin û terorîzekirina PYD'ê ne li gorî rastiyên Rojava ne û ev yek Tirkiyê ji pêşketinên li herêmê qut dike. Di rewşeke ku li nava welêt "pêvajoya çareseriyê" tê meşandin de, dijberiya Kurdên li derveyî sînor, ji aliyê herkesî ve hat dîtin ku ne polîtîkayeke hevgirtî ye. Polîtîkaya derve ya Tirk neçar ma "xeteke xwe ya din a sor" jê bibe û bi awayekî fermî PYD nas kir."

Benlîsoy da xuyakirin ku ev yek nayê wê wateyê ku Tirkiye ji nişka ve bûye xwedî xeteke "Kurdperwer" û bi sempantî nêzî rêveberiya Kurdan li Rojava dibe û got, "Lê belê pêşketinên li herêmê û desteke beşa mezin a gelê Rojava ji bo PYD'ê, Tirkiye neçar hişt ku PYD'ê mûxatab bigire. Ev serketineke girîng a PYD'ê ye."

Fotî Benlîsoy diyar ku gengeze di dema pêş de Tirkiye hewl bide bandora PYD'ê bişkîne û got, "Di vê oxirê de dikare bandora Barzanî bikar bîne. Wekî din dikare hin hêzên çekdar ên piştgiriyê dide wan, ji bo tevlîhevî û şer li herêmê dewam bike, bixe navberê."

ZEHMET E ARTÊŞA AZAD LI DIJÎ PYD'Ê ÊRÎŞEKE MEZIN PÊK BÎNE

Lêkolîner nivîskar Fotî Benlîsoy bal kişand ser rewşa 'Artêşa Azad' a Sûriyê û diyar kir ku di nava vê rêxistinbûyînê de gelek komên çekdar ên herêmî hene, lewma ne diyar e kîjan kom kê temsîl dike. Benlîsoy destnîşan kir ku zehmet e artêşa azad li dijî PYD'ê dest bi êrîşeke rêk û pêk bike.

Benlîsoy ragihang ku mûxalefeta Sûriyê, di mijara nijadperestiya Ereb de ne kêmî rejîma Esad û ev yek jî dibe sedem ku tengezgariya navbera Artêşa Azad û PYD-Kurdên Rojava de, dem bi dem mezin dibe. Benlîsoy ragihand ku daxuyaniya ji Konseya Leşkerî ya Bilind a mûxalefeta Sûriyê Selîm Îdrîs ku PYD bi "cihêkariyê" sûcdar dikir û Artêşa Azad jî heman piştre diyar kir ku ewê rê nedin ti hêzên welêt dixwaze parçe bike, pêwîste di vê çarçoveyê de bê nirxandin.

Fotî Benlîsoy da xuyakirin ku piştgiriya Tirkiyê ya ji bo komên çekdar di warê leşkerî û lojîstîkê de, ji bo mezinkirina tengezariya navbera Kurd-Ereban e û got, "Her çend şerekî etnîkî yê dem dirêj nexwaze jî, lê bingeha vê amaded ike. Ji xwe di mezinbûna tengezariya mezhebî û etnîkî ya li Sûriyê de, destwerdanên derve yên mîna Tirkiyê, xwedî roleke mezin e. Pirsgirêka herî mezin a raperîna li Sûriyê ew e ku aktorên derve hewl didin li gorî berjewendiyên xwe yên jeostratejîk, vê serîhildanê bikar bÎnin. Mînak; Qatar û Qraliyeta Siûdî sponsoriya komên nêzî xwe dibînin, dikin. Yek ji sedemên bingehîn ên sîstema mezhebî ya li herêmê ev e. Ev siyaseta ji ber sedemên pragmatîk derdikeve holê, wê di dema pêş de bibe sedema encamên neyînî."

Benlîsoy da xuyakirin ku encameke gelekî giran a ji ber helwesta Tirkiyê dikare derkeve holê ku Tirkiye vê hesab nake. Benlîsoy diyar kir ku helwesta Tirkiyê ya di mijara Sûriyê nîşan dide, dişibe helwesta Pakîstanê ya ji salên 1980'ê û pê ve li Efganîstanê bû aliyê pevçûnan û weha peyivî:

"Pakîstanê destpêkê piştgirî da komên Îslamperest ên mîna Hîkmetyar ên li dijî dagirkeriya Sowyetê, di şerê navxweyî yê Efganîstanê de jî, destekeke aktîf da Talîbanê û ji van koman re alîkariyeke mezin a lojîstîk, dîplomatî û siyasî ragihand. Têkçûna Efganîstanê ya di vî şerî de, zêdebûna şerê mezhebî û etnîkî yên li vî welatî, vegeriya li Pakîstanê jî ket. Tundiya mezhebî li Pakîstanê jî belav bû, êrîşên Îslamperestî yên li dijî Şîa zêde bûn, di bin bandora hêzên Îslamperestên radîkal, bi taybetî jî ser sînorê Efganîstanê, teqînek rû da. "Kûrbûna stratejîk" ku tê wateya hewldana Pakîstanê ya bandora li Efganîstanê, veguherî rewşeke ku Pakîstanê tevlîhev bike. Bi heman rengî, piştgiriya Tirkiyê ya dide komên çekdar ên bi El Qaîdeyê ve girêdayî, dikare bi awayekî Tirkiyê tevlîhev bike. Herî dawî, revandina du pîlotên Tirk li Libnanê, nîşaneya van encamên nayên hesabkirin e."

ROJAVA Û BAŞÛR NEŞARÎ HEV IN

Lêkolîner nivîskar Fotî Benlîsoy helwesta Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li hemberî Rojava jî nirxand û bibîr xist partiyên Kurd ên li Rojava di bin bandor û parastina Barzanî de ne, bi PYD'ê re di nava rekabêtê de ne. Benlîsoy da xuyakirin ku Barzanî demeke dirêj bi awayekî bu parçeyek ji siyaseta Tirkiyê ya tecrîdkirina PYD'ê û hewl da PYD'ê derveyî Konseya Bilind a Kurd bihêle. Benlîsoy diyar kir ku bi demê re ev polîtîkayên Başûrê Kurdistanê nerm bû vê carê Barzanî hewl da navbeynkariya PYD û partiyên din ên Kurd bike, hewl da di navbera van hêzên cûda de hêz3e parve bike û peymanekê bi wan bide qebûlkirin.

Benlîsoy da xuyakirin ku bêguman Barzanî dixwaze hêza PYD'ê bişkîne û bi hêza partiyên din ên Kurd re cih li PYD'ê teng bike. Benlîsoy bal kişand ser tengezariya ji ber YPG û mijara hêzên çekdar a di navbera PYD û Barzanî de û weha peyivî:

"Ji ber têkiliya îdeolojîk û bernameyêı ya PYD'ê bi PKK'ê re, Barzanî PYD'ê li cografya siyasî ya Kurd, ji xwe re weke hevrik (rakîp) dibîne. Hêzbûna vî hewrikî li Sûriyê, Barzanî tengav kir. Di vê navebrê de divê pirsgirêkên rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya bi hikûmeta navendî ya Iraqê re neyê jibîrkirin. Ji aliyê din ve "entegrasyona" aborî ya Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê re gihaştiye asteke bilind. Ev tê wê wateyê ku dema rêveberiya Başûrê Kurdistanê gavan biavêje, divê vîn û daxwaza Tirkiyê li ber çavan bigire. Ev her du mijar, helwesta Barzanî ya li pêşberî Rojava, asteng dike. Lê Başûr û Rojava herdu bêzar bikin jî, herdu alî neçarî hev in. Ne PYD dikare bêyî Başûrê Kurdistanê tevbigere, ne jî Barzanî dikare mîna Rojava tineye tevbigere. Her weha divê neyê ji bîrkirin ku di asta netewî de amadekariyên konferansekê tê kirin."