Prensesekî penaber: Sara

Prensesekî penaber: Sara

Neviyê Abdullezîz bîn Siûd ku damezirênerê Erebîstana Siûdî’ye Prenses Sara ku bi nêzîkatiya welatê Îranê re tê sûcdar kirin da diyarkirin ku, rastî muameleya xirap ya hem fîzîkî û hem jî zîhnî hatiye, ji bo li Îngîltereyê bimîne serlêdan kir.

Prenses Sara yê 38 salî ku ji rojnameya Daily Telegraph re axîvî û got, rayedarên Siûdî demek dirêje hewil didin wî birevînin û wî bibin welatê wî, her wiha got li Erebîstana Siûdî bi alîgiriya Îran û Hîzbûllahê tê sûcdar kirin.

Prenses Sara ku tê diyarkirin ku, dê di navbera Erebîstana Siûdî û Îngilîstanê de bibe sedema krîza diplomatîk. Prenses Sara aşkera kir ku, “ew bûye qurbanê kampanyayekî tehdayiyê ya ku bi awayek pir baş tê birêve birin.” Prenses got; “Ew dizanin êdî ez navegerim. Ev gefeke. Ev sîleyeke li rûyê Qraliyetê hatiye dayîn. Ez rastî muameleya xirap ya fîzîkî û zîhnî hatim. Aboriya min hemû hate rawestandin. Ez li Erebîstana Siûdî weke muxalîfekî mutefîkê Îranê tême pejirandin. Dest û lingên min girêdayîne.”

Demê pasaporta Prenses Sara piştî 2 salan hate Îngilîstanê demê wê tejî bû û Erebîstana Siûdî jî redkir ku pasaportekî din bidinê.