Damezrênerê Enstîtuya Aşitiyê ya Osloyê Prof. Dr. Johan Galtung ê ku heta niha ji bo 50 şer û pevçûnan navbeykarî kiriye, got ku ew amade ye ji bo pêkhatina aşitiyê li Kurdistanê rol werbigire. Analîstê têkiliyên navneteweyî û navbeykarê navdar Prof. Galtung di daxuyaniya taybet a ku da ANF’ê de bal kişand ser planekê û diyar kir ku pirsgirêka Kurd dikare bi pêkanîna konfederaslîzma Kurdistanê ya ji 4 herêmên otonom ên li çar welatên bên avakirin pêk tê çareser bibe.
Prof. Dr. Johan Galtung di sala 1930’ê de li paytexta Norwec Osloyê ji dayîk bû û weke afirênerê zanînsta lêkolîna pevçûnan tê zanîn. Prof. Galtung di sala 1957’ê de yekemîn enstîtuya aşitiyê li Ewropayê bi navê Enstîtuya Aşitiyê ya Osloyê vekir. Ji vê dîrokê ve ji bo nêzî 50 şer û pevçûnan navbeynkarî kir.
Prof. Galtung li cîhana zanîstê têgehên weke “structural violence" (Tundiya binyadî/ strukturel), "cultural violence" (tundiya çandî), "direct violence", (Tundiya rasterast), "positive peace" (aşitiya pozîtîf), "negative peace" (aşitiya negatîf) zêde kir. Galtung di sala 1951’ê de “reda wijdanî” ragihand û yek bi vî awayî bû yek ji kesên yekem car reda wijdanî ragihand. Zarokatiya wî jî di bin zilma Naziyan de derbas bû.
NEVIYÊ WÎ LI GIRAVA ÛTOYAYÊ BÛ
Di dema şerê cîhanê yê 2’yemîn de bavê wî Şaredarê Osloyê bû. Piştre leşkerên Nazî hatin bavê wî girtin û gefa “Ger hûn bombebaranê bidomînin, em ê vî zilamî bikujin” li Îngilîzan xwarin. Galtung piştî 14 mehan gihişt bavê xwe, piştî bi salan bû şahidê trajediyeke nû. Di 22’ê tîrmeha 2011 de dema Anders Behring Breivik li girava Ûtoyê 69 ciwanan qetil kir, neviya Prof. Galtung Ida jî li wir bû û rizgar bû..
Prof. Galtung, Brevik weke nunerek nû yê karekterê “Neo –faşîst” bi nav kir got; "Brevîk bi qasî leşkerên Norwecî yên li Efxanîstanê sivîlan dikujin, ne dîn e.” Prof. Galtung diyar kir ku gava Norwec di sala 1949 de bû endama NATO’yê, xiyanet li mîrasê Alfred Nobel kiriye û got ku êdî ew her sal dayîna xelata aşitiyê ya Nobelê bê wate dibîne.
'ÎMPERATORIYA DYA DÊ HETA 2020’Ê BERDEWAM BIKE'
Ji ber ku di sala 2009 de Xelata Aşitiyê ya Nobelê dan Serokê DYA Barack Obama, Prof. Dr. Johan Galtung nerazîbûnek tund nîşan da û got; “Bush tenê li Efxanîstan û Iraqê, lê Obama li Pakîstan, Somalî, Yemen û Lîbyayê şer kir. Mînak José Figueres, welatê xwe Costa Rica ji cûntayê rizgar kir, tu xelat wernegirt. Bi heman awayî Çîn û Hindistanê peymanên aşitiyê yên dîrokî îmze kirin, lê bi tu awayî nehatin xelatkirin.”
Prof. Dr. Galtung destnîşan kir ku balefirên bê mirov ên ku DYA çêdike û dixwaze bifiroşe Tirkiyeyê, kuştinên bê daraz pêk tînin û vê yekê weke sucek mezin ê mirovahiyê bi nav kir. Galtung dibêje ku dê ‘împeratoriya DYA’yê heta sala 2020 berdewam bike. Beriya her kesê Galtung di salên 1980’yan de gotibû ku dê Dîwarê Berlînê hilweşe û Sovyet dê belav bibe.
Prof. Dr. Johan Galtund diyar kir ku weke nexweşiyan, dermankirina şeran jî heye û bi rêya yekemîn zanîngeha aşitiyê ya li ser înternetê "Transcend Peace" ya ku bî bi xwe ava kiriye, hemû şer û pevçûnên li cîhanê dişopîne. "TRANSENDInternational" ya ku Prof. Dr. Gatlunt ew damezrandiye, bê ku li pey berjewendiyan bikeve, bi rêyên aşitiyane aliyên pevçûnan li hev dine. Prof. Galtung heta niha tevî 400 pisporan xebatên navbeynkariyê didomînin.
Prof. Galtung, li Srî Lanka, Efxanîstan û beriya şerê Iraqê jî bi Seddam re hevdîtin pêk aniye û navbeynkarî kiriye, her wiha bi Qeddafî re jî hevdîtin pêk aniye. Hewldanên xwe yên ji bo navbeynkariya krîza li Sûriyeyê û şerê li Kurdistanê ji ANF’ê re vegot.
"DIBE BIÇIM ŞAMÊ"
Prof. Galtung diyar kir ku ew ji roja ku krîza li Sûriyeyê dest pê kir û vir ve, rewşê dişopîne û dixwaze analîz bike û got ku dibe ew di demek nêzîk de biçe Şamê û bi Serokdewlet Beşar Esad re hevdîtinekê pêk bîne. Prof.Galtung diyar kir ku di vî warî de peywirek a wî ya fermî tune ye û got; “Lê ji bo ez jî feydeyek bidim vê yekê, gelek ez vê yekê ji min dixwazin.”
Prof. Gatltung wiha bersiv dide pirsa “Krîza Sûriyeyê dê çawa çareser bibe?”: " Mijara sereke; heta hin çareseriyên berçav pêk neyên aşitî jî pêk nayê. Bi pêşbîniyeke mezin çareserî di federasyonek a Sûriyeyê de ye; ji bo her herêmekê çareseriyeke demokratîk. Çareseriyek wiha ketiye pêşiya Sûriyeyê û divê ew jî vê yekê qebûl bike."
JI BO KURDISTANÊ PLANA JI 3 PÊNGAVAN
Prof. Dr. Johan Galtung wiha bersiv da pirsa bi awayê “Gelo we heta niha ji bo aşitiya li Kurdistanê çi kir?”; “Hema bêje 20 sal in, min bi taybet li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd navbeynkarî kir” û diyar kir ku ew nikare di vî warî de agahiyên berfireh bide û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî planek ji sê pêngavan pêk tê destnîşan dike:
Prof. Galtung dixwaze li welatên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ku mafên mirovan û mafên Kurdan jî di nav de bêne başkirin, û ji bo pêkhatine aşitiyeke mayînde li Kurdistanê jî her wiha besha her sê pêngavên din dike:
"Di pêngava duwemîn de, divê Kurd li her çar welatan jî bigihin mafên xwe yên otonomiyê. Jixwe parçeya li Iraqê ji vê yekê re amade ye. Di pêngava sêyemîn de, divê her çar otonomiyên Kurdan bên cem hev û Kofederalîzma Kurdistanê ava bikin. Divê Tirkiye jî Konfederalîzma Kurdistanê qebûl bike. "
Prof. Galtung bi bîr xist ku hevdîtinên di navbera PKK û hikûmeta Tirk de yên di nava raya giştî de weke “hevdîtinên Osloyê” tên zanîn bi dawî bûne û wiha bersiv da pirsa “Ji bo ev hevdîtin ji nû ve dest pê bike û li Kurdistanê aşitî pêk bê, hûn rol werbigirin?”; “Belê Ez amade me. "