Proteîna ku sînîrên mirî zindî bike hate dîtin

Proteîna ku sînîrên mirî zindî bike hate dîtin

Zanyarên DYA’yê li gorî lêkolînên pêk anîn ragihandin ku proteînekî ku sînîrên dest û lingan yên zirar dîtin careke din zîndî bike hate keşîfkirin.

Di nexweşên encama qeza yan jî nexweşiyê de di sîstema sînîrên wan de xirabûyîn çêbûyî û li dijî vê tekoşînê didin, di encama xebatên zanyarên zanîngeha Washîngtonê de hêviyek mezin hate avakirin.

Lêkolîna ku li ser mişkan hatî kirin, hat dîtin ku di sînîrên perîferîk yên zirar dîtîn de bi proteîna bi navê DLK dikarin bên tehmîr kirin. Encamên ku di kovara Neuron de hatîn weşandin, hat gotin ku, proteîna DLK ya ku nedayîn mişkan sînîrên wan zindî nekirine, lê belê mişkên ku proteîna DLK dayînê jî hat dîtin ku sînîrên perîferîk carek din xwe ji nû ve zindî dikin.

Profersor Aoron DiAntonio ku li ser yekîneya lêkolînê diraweste, da diyarkirin ku, ji bo careke din xwe zindî kirina hucreyên sînîrê bandoriya proteîna DLK’yê pir girînge.

Lê belê DiAntonio aşkera kir ku, proteîna DLK bandoriyek wê li ser birîndarbûna navenda sîstema sînîrê tuneye.