Di Konferansa Guherîna Avhewayê yê ya NY’yê ya li Qeterê pêk hat de ji bo pêşîlêgirtina binketineke mezin dema Protokola Kyotoyê heta 2020’ê hate dirêjkirin. Ev protokola ku ji aliyê 200 welatan ve hate pesendkirin, dê weke yekane plana yasayî ya têkoşîna li hemberî germahiya global di meriyetê de bimîne.
Lê di Protokola Kyotoyê de tenê welatên pêşketî cih digirin. Rêjeya gaza serayê ya di asta gerdûnî de ya van welatan ji sedî 15 ye.
Welatê ku herî zêde atmosferê qirêj dike DYA ye û tu carî vê protokola 1997’ê pêk hat erê nekiriye. Maweya vê protokolê dê heta dawiya salê bi dawî bibûya.
Bi armanca balê bikişîne ser qirêjkirina avhewaya cîhanê, NY’yê li Qeterê konferansa Guherîna Avhewayê li dar xist û ev 12 roj in berdewam dike.
Li gorî AFP’ê di Konferansa Guherîna Avhewayê yê ya NY’yê ya li Qeterê pêk hat de ji bo pêşîlêgirtina binketineke mezin dema Protokola Kyotoyê heta 2020’ê hate dirêjkirin.
Lê welatên weke DYA, Çîn û Hindistan yên ku herî zêde atmosferê qirêj dikin, protokolê îmze nekirine.