PUKmedia: %99 ê gelê Kurd piştgiriya Rêveberiya Rojava dike

PUKmedia: %99 ê gelê Kurd piştgiriya Rêveberiya Rojava dike

Li gorî anketa PUKmediayê ji sedê 99 gelê Kurd piştgiriya Rêveberiya Rojava  dike

Di anketa ku ji aliyê PUKmediayê ev 20 roj bûn dihat domandin de ji 12 hezar û 332 kesan ji sedê 99'ê wan gotin em piştgiriyê didine Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê.

Di anketê de pirsa “Hûn piştgiriyê didin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê” hat kirin bersiv jî weke erê, na û nîzanim hatî bûn dayîn. Li gorî vê, ya ji 12 hezar û 332 kesên ku beşdarî anketê bûne de ji sedê 99 gotine em piştigiriyê didinê, ji sedê 1 gotine em piştgiriyê nadinê û ji sedê 0 jî gotine nizanîn.