Serok Dewletê Rûsyayê Vladimir Putîn piştî karesata lehiyê ya li Kafkasan û 14 Rûsên li Ukraynayê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, 9’ê Tîrmehê roja şîn îlan kir.
Hat ragihandin ku, di encama karesata lehiyê ya Krosnadar de hêjmara miriyan gihaye 164’an, her wiha hat ragihandin ku bi dehan jî kes birîndar bûne.
Ji ber sedema nûçeya mirinên li herêma lehiyê tên Vladimir Putin daxuyaniyek da û 9’ê Tîrmehê li welat roja şînê îlan kir.
Daxuyaniya ku li navenda çapemeniya Kremlînê hate kirin, hate gotin ku, “Tê xwestin ku li organîzasyonên çandî û programên keyfxweşî yên dewletê di 9’ê Tîrmehê de bêne sînordar kirin.”
Li Rûsya û nûnertiyên derve yên li welat al nîvî hatin xwar.
Di Rûsyayê di 70 salên dawî de 5 hezar avahî di karesata lehiyê ya herî mezin de hatin rewşa ne bikaranînê. 12 hezar kesên birîndar hatin rizgarkirin, rakirin nexweşxaneyê.
Serok Dewletê Rûsyayê Putin û rayedar, ji bo birînên lehiyê bipêçin li herêmê vekolînan didomînin.