Pûtîn û Obama ji bo Sûriyeyê hev dîtin

Pûtîn û Obama ji bo Sûriyeyê hev dîtin

Serokê DYA’yê Barack Obama û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn ku ji bo beşdarî civîna G20 bibin li Meksîkayê ne, hev dîtin. Rojeva sereke ya hevdîştinê jî Sûriye bû.

Her du rêberan piştî hevdîtina bi qasî du demjimêran berdewam kir, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew di wê baweriyê de ne ku dê gelê Sûriyeyê bix we dahatûya xwe diyar bike. Serokên Rûsya û DYA’yê ragihandin; “Ji bo rawestandina xwîna li Sûriyeyê, divê tundî raweste” û bal kişinadin ku divê Sûriyeyî bi awayeke serbixwe û demokratîk dahatûya xwe diyar bikin.

Pûtîn piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku di mijara Sûriyeyê de ew û Obama di gelek aliyan de mîna hev difikirin.

Obama jî da diyarkirin ku wana bi Pûtîn re li hev kiriye ku tevî NY û Kofî Annan, hemû aktorên navneteweyî ji bo rewşa Sûriyeyê bi hev re bixebitin.

Lê tê diyarkirin ku hevdîtin ji ber îdîayên firotina çekan bo Sûriyeyê bi awayeke germ derbas bû. Balkêş bû ku ne beriya hevdîtinê û ne jî pişt jî piştî hevdîtinê yek jî ji her du rêberêna nekeniyan.