PYD: Civaka azadiya jinê li ber çavan negire nikare pêş bikeve
PYD: Civaka azadiya jinê li ber çavan negire nikare pêş bikeve
PYD: Civaka azadiya jinê li ber çavan negire nikare pêş bikeve
Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, jinê bi 8'ê Adarê, beşek biçûk ji mafên xwe yên kar, hilbijartinan û qedexekirina karê zarokan bi dest xist.
Her wiha PYD’ê di daxuyaniya dayî de balkişande ser rewşa heyî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û wiha got: '' Li Sûriyeyê bûyerên kuştin, wêranî û talankarî zêde bûne û ji her kesî zêdetir jinan berdêla bûyerên li Sûriyê dane. Ji ber vê yekê pêwîste jinên Sûriyeyê bi giştî û taybet jî ya Kurd asta berxwedana xwe bilind bikin û bi awayeke çalak li rêbazên çareseriya li Sûriyeyê, di çarçoveya azadî, demokratîk û jiyana hevbeş di nava hemû pêkhateyan xebatê bike.
PYD’ê destnîşan kir ku, ''Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi rêbertiya Ocalan ji bo parastina mafê were misoger kirin, derfet da ku jin rêbertiyê civakê ji alî aborî, siyasî û rêxistinî bike. Derfetên ku Tevgera Azadiyê da jinê, bandora li hemû civakê kir û nerînên nîjatperest ên li dijî jinê daxist asta jêrîn.''
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, xuşkên Leyla Qasim, Şêrîn Elemhoyî, Çîçek Botan, Berçem û Rûken li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê karîbû barê şoreşê bi hemû awayî rakin ser milên xwe, li rex mêr bi hemû hêza xwe parastina nirxên civakê bike û saziyê civaka sivîl li Rojava avabikin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de PYD'ê roja 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha pê de çû: '' Civaka ku azadiya jinê li ber çav negire, dê ew civak nikaribe pêş bikeve.”