PYD'ê bi 4 partiyan re komîteyên hevbeş avakirine

PYD'ê bi 4 partiyan re komîteyên hevbeş avakirine

Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diya kir ku partiya wan heta niha bi çar partiyan re komîteyên karên hevbeş ava kirine û ew hewil didin ku li Rojava hêzeke hevgirtî ava bikin.

Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  Feyrûşah Remezan diyar kir partiya wan ev demeke bi partiyên din re di nava danûstandinan  de ye û heta niha bi çar partiyên herêmê re komîteyên karên hevbeş ava kirine, her wiha hewl didin ku li Rojava hêzeke hevgirtî ava bikin.

Remezan diyar kir ku wan bi Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtî ya Demokrata Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Sûryanî re,  ji bo karên hevbeş, alîkariya mirovahî, xebatên çandî, ragihandin, karên jinê û xebatên ziman komîte ava kirine.

Remezan destnîşan kir ku komîteyên hevbeş her deh rojan carekê civînên xwe li dar dixin û xebatên xwe dinirxînin.

Remezan da zanîn û ew hewl didin li Rojavayê Kurdistanê hêzeke hevgirtî ava bikin da ku karibin li dijî êrîşên li ser herêmê li ber xwe bidin.