PYD'ê komkujiya li Şamê şermezar kir

PYD'ê komkujiya li Şamê şermezar kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) komkujiya li herêma Xûta ya paytexta Sûriyê Şamê ku hate gotin çekên kîmyewî hatine bikaranîn, şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku der barê mijarê de lêpirsînê bidin destpêkirin û berpirsên komkujiyê radestî Dadgeha Bilind a Navneteweyî bikin.

Desteya Rêveber a PYD’ê der barê komkujiya li Şamê hate pêkanîn û êrîşên komên çete yên li ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji sal û nîvekê ve şoreşa Sûriyê veguheziye şîdetê û ji bo gel metirsiyên mezin derketine holê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bikaranîna madeyên kîmyewî li herêma Xûta Şerqî û kuştina sivîlan, pêkanînek hovane ye û li dijî şoreşa Sûriyê ye. Di berdewama daxuyaniyê de komkujî hate şermezarkirin û ev tiş hatin gotin: "Em bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî dikin da ku lêpirsînê bidin destpêkirin û kujeran radestî Dadgeha Bilind a Navneteweyî bikin."

Di daxuyaniyê de êrîşên komên çekdar ên li dijî herêmên Rojavayê Kuridstanê jî hatin bibîrxistin û wiha hat domandin: "Di dema ku şoreşa gelê Sûriyê di xizmeta welatiyan de ber bi çareseriyê ve diçe de, em dibînin komên çekdar û rêjîma Baas şerê li Sûriyê tînin herêmên Rojavayê Kurdistanê ku wekî cihê herî bi ewle dihate zanîn, her wiha bibû wargeha aramiyê ya hezaran welatiyên Sûriyê ku ji ber zulm û terorê reviyabûn."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li dijî van herêmên bi ewle wekî êrîşên li dijî hemû şoreşa Sûriyê ne û wiha hate gotin: "Hêzên mîna Erebîstana Siûdî, Qeter û Tirkiyê ku piştgiriya komên çekdar dikin, şirîkên rijandina xwîna gelên Sûriyê û Kurda ne. Li aliyê din jî rêjîma Baas ku bajarê Dêrikê bombebaran kir, piştgiriya xwe ya ji komên çekdar û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê nîşan da. Rêjîm û komên çekdar  û alîgirên wan bi vî awayî dixwazin îradeya gelê Sûriyê yê berxwedêr têk bibin."

Di daxuyaniyê de bang li hêzên muxalefetê û Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê hate kirin ku dest ji siyasetên xwe yên şovenî berdin û wiha hate domandin: "Em bang li rayedarên muxalefetê dikin ku daxuyaniyên xwe yên li dijî gelê kurd paş de bikişînin û lêborîna xwe ji gelê kurd bixwaze."

Di dawiya daxuyaniyê de siyaseta şovenî ya rêjîma Baas jî hate şermezarkirin û banga dawîanîna li komkujiyan hate kirin.