PYD: Em piştgiriyê didin pêngava aştiyane û dîrokî

PYD: Em piştgiriyê didin pêngava aştiyane û dîrokî

PYD diyarkir ku, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeha peymanek di navbera hemûn civakên Rojhilata Navîn de ava dike û destnîşan kir ku, ew bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê pêngava pîroz.

Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) di derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newroza Amedê hatibû xwendin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin peyama Ocalan li dijî dijminahiya di navbera gelan de tê derxistin banga biratiyê ye û ev tişt hatin gotin: “Ev name bingeha peymanek di navbera hemû civakên Rojhilata Navîn de ava dike. Em dikarin li ser vî bingehî Rojhilatek Navîn a demokratîk ku hemû gel, ol û netew, hindiknetew, bawerî xwe tê de bi awayekî azad îfade bikin, ava bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, pêşketinên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê tên dîtin nîşan didin ku, gelê Kurd pêşengiya demokratîkbûnê dike û bi çareresiya pirsgirêka Kurd wê li hemû Rojhilata Navîn demokratîkbûn pêk were.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, berpirsyariya vê gava dîrokî dikeve ser milê hemû aliyên li Rojhilata Navîn û hate diyarkirin ku, PYD wê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide vê gava aştiyane û dîrokî.