PYD: Êrîşên li dijî Rojava dewama komploya 9'ê Cotmehê ye

PYD: Êrîşên li dijî Rojava dewama komploya 9'ê Cotmehê ye

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê, dewama komployê ne. PYD'ê da zanîn ku ew ê li ser felsefe û ramanên Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi munasebeta 15. salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya di sala 1998'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku raperîn û azadiya gelan, bi rêber û pêşengan çêdibin, lewma di dîrokê de her tim serok û rêber bûne armanca hêzên dagirker û wiha hat gotin: "Komploya li dijî Rêber Ocalan jî bi armanca tinekirina şoreşa gelê Kurdistanê hatiye birêvebirin."

Di daxuyaniya hate diyarkirin ku bi destpêkirina komploya 9'ê Cotmehê re, pêvajoyeke nû ya komployên li dijî îrade û hêviyên azadiyê yên gelê Kurd destpê kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Gelê Kurd ê li her çar beşên Kurdistanê li dora Serokê xwe bû yek û komploya naneteweyî têk bir. Lê ev nayê wê wateyê ku komplo bi dawî bûye. Komploya li dijî îradeya gelê Kurd û serokê wan bi gelek awayan dewam dike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komplo tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û avakirina konfederalîzma demokratîk, dikare bidawî bibe. 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrîşên li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî dewama komploya navneteweyî ne wiha hat domandin: "Mîrateya berxwedanê ya ku li ser raman û felsefeya Ocalan hatiye çêkirin, îro berhemên wê li Rojavayê Kurdistanê diyar dibin. Xeta sêyemîn ya tevgera me hilbijartiya, sazîbûyînên siyasî, civakî, aborî û prastinê jî, li ser bingeha pêşbînî û ramanên Ocalan hatine pêkanîn."

Di dawiya daxuyaniyê de komploya navnetewî hate şermezarkirin û hate gotin ku PYD wê li ser felsefe û ramanên Ocalan têkoşîna xwe bidomîne.