PYD: Helwesta rêveberiya Başûr xizmeta kurdan nake
PYD: Helwesta rêveberiya Başûr xizmeta kurdan nake
PYD: Helwesta rêveberiya Başûr xizmeta kurdan nake
Desteya Rêveber a PYD’ê astengkirina hevserokê partiyê Salih Muslim şermezar kir û destnîşan kir ku ev helwesta rêveberiya Başûrê Kurdistanê xizmeta doza gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê nake.
Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê astengkirina derbasbûna Hevserokê PYD’ê Salih Muslim a Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku siyaseta demokratîk a ku gel ji bo azadî û jiyana bi rûmet dide meşandin, her tim ji aliyê rêjîmên dîktator ve hatine astengkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev astengî di vê qonaxa hesas ku çarenûsa pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê di rojavê de ye de ji aliyê Hikûmeta Başûr ve tê domandin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku tu hincetên vê helwesta Rêveberiya Başûr nabe û wiha hat domandin: “Ev helwest tenê dikeve xizmeta berjewendiyên dijminên Kurdan. Ev nêzîkahî nahêle ku denge azad ê gelê Kurd ku di 2 salên dawî de bi lehengî li hemberî çete û dijminên Kurdan liber xwe dide bigihîje derve. Em wekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) vê helwesta rêveberiya Başûrê Kurdistanê wekî helwesteke şaş dibînin û dibêjin ku xizmeta doza gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nake.”