PYD ji bo rêveberiya demkî dest bi danûstandinan kir
PYD ji bo rêveberiya demkî dest bi danûstandinan kir
PYD ji bo rêveberiya demkî dest bi danûstandinan kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê belgeya di der barê projeya rêveberiya demkî de li rêxistin û partiyên siyasî yên bajêr belav kirin.
PYD’ê li bajarê Hesekê belgeya der barê projeya rêveberiya demkî de li rêxistin û partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Asûriyan yên bajêr belav kirin. PYD'ê ji rêxistinan xwest ku belgeyê binirxînin, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin. Di vê çarçovê de şandeyeke PYD'ê çû serdana navenda Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê û navenda Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) baskê Nesredîn Brahîm û belegeya der barê projeya rêveberiya demkî de pêşkêşî partiyan kirin.
Di hevdîtinên partiyan de endamê meclisa PYD'ê Şêxmûs Ehmed, endamê Komîta Navendî yê Partiya Yekîtî Izedîn Xelef û endamê Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hekem Xelo û endamê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Beşîr Evdilqadir axivîn û bal kişandin ser girîngiya rêveberiya demkî li herêmên Rojavayê Kurdistanê.