PYD: Li dijî me nûçeyên derew tên weşandin

PYD: Li dijî me nûçeyên derew tên weşandin

Rêxistina PYD'ê ya Serêkaniyê nûçeya ku di hin malperan de hate weşandin û tê îdîakirin ku kesê bi navê Mistefa Ebko bi 300 kîlo heşîşê hatiye girtin û ev kes endamê PYD'ê ye, derewand. PYD'ê diyar kir ku armanca van îdîayên qirêj reş nîşandana partiya wane.

Rêxistina PYD'ê ya Serêkaniyê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 15'ê kanûna 2013'an de di hinek malperan de nûçeyek hatiye weşandin û hatiye gotin ku kesê bi navê Mistefa Ebko ji aliyê hêzên Asayîşê ve bi 300 kîlo heşîşê hatiye girtin û hatiye îdîakirin ku ev kes endamê PYD'ê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tu eleqeya Mistefa Ebko bi PYD'ê re nîne û kesekî bi vî navî di nava endamên PYD'ê de nîn e. Her wiha tu eleqeya vî kesî bi TEV-DEM'ê jî nîn e. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca van nûçeyan reş nîşandana PYD'ê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de nûçeya behsa mijarê hate şermezarkirin û bang li çapemeniya demokratîk kir ku van nûçeyên derew tehşîr bikin û rastiyan derxînin holê.