PYD: Pêwîste gelê me pişgirtiya berxwedana YPG'ê û gelê Eşrefiyê bike
PYD: Pêwîste gelê me pişgirtiya berxwedana YPG'ê û gelê Eşrefiyê bike
PYD: Pêwîste gelê me pişgirtiya berxwedana YPG'ê û gelê Eşrefiyê bike
PYD'ê bang li hemû rêxistin û saziyên mafê mirovan kirin ku çavên xwe ji êrîşên rejîma Bass û komên çekdar ya li ser gelê Kurd negirin. Banga piştgiriyê gelê Kurd li Eşrefiyê ji aliyê hemû gelê Kurd ve kir.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di derbarê êrîşên artêşa rejîma Bass li ser taxa Eşrefiyê daxuyaniyeke nivskî weşand. PYD’ê di daxuyaniya dayî de wiha got: '' Ji salek û 11 mehan ve pevçûnên dijwar li Sûryeyê rûdane û di encamê de gelek xelkên sivîl jiyana xwe jidest dane, gelek dever wêran bûn. Roj li pey rojê pevçûn firehbûn û ji bo berjewendiyên xwe hêzên ji dervedestên xwekirin nava pevçûnan de, di encamê de gelê Sûriyeyê nirxê pevçûnan ji tişta herî giran buha da û bi hezaran kes jiana xwe jidest dan û bi hezaran kes koçber bûn''.
Daxuyaniyê PYD'ê dewam kir '' ji destpêka şoreşa gel ya Sûriyeyê, gelê me li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeya demokrat û nûjen, berê xwe da rêbazên aştiyane û bi hêzên demokrat ên ku bi jiyana hevbeş û mafê mirovan bawer dikin kete nava liv û tevgerê . Lê piştî ku destên ji derve ketin nava şoreşê li ser navê artêşa azad û muxalefetê, bû sedem ku şoreşa gelê Sûriyeyê ji riya aştiyane dûrbikeve, bi vî awayî xizmeta rejîma Bass kirin û welat veguherî qada şer û pevçûnan''.
PYD'ê di daxuyaniya xwe de, berxwedana gelê Kurd li Helebê anî ser ziman û wiha dom kir; ''Komkujiya Eşrefiyê ku bi behaneya artêşa azad li wire,balefirên rejîma Bass êrîşî taxê kir, di encamê de 23 kurdên sivîl jiyana xwe jidestdan, her wiha ambargoya ku gelê me li Helebê ji dawiya meha tîrmeha 2012 an de, di dema ku pevçûn di navbera artêşa rejîma Bass û artêşa azad de rûdabûn de jiyan dikin. Ev beşek ji rastiya dijîtiya ji îradeya gelê Kurd a azad re derdixe ber çavan. Her wiha hîn pevçûn di navbera hêzên YPG'ê ku bi erkê xwe yê parastina welatiyan radibe û hêzên rejîma Bass didomin û hêzên rejîmê operesyona binçavkirinê û topbarana bi ser taxa Eşrefiyê de de didomîne''.
PYD’ê di daxuyaniya dayî de destnîşan kir ku, ''berxwedana gelê me û hêza xwe ya parastinê YPG'ê dide nîşandan, ev navnîşana rûmet, lehengî û kerametêye. Tevî ku gelê me li Taxên Helebê yên kurdan ambargo jiyan dikin û hemû melzemeyên jiyanê peyda nabin jî, lê berxwedana xwe ya bê hempa dewam dikin. Ji erkê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê her wiha kurdên li derve ku bi hemû hêza xwe piştgirtiya berxwedana li Eşerfiyê û Şêxmeqsûd ku di bin embargoyê de jiyan dikin bikin û bi hemû awayî kiryarên rejîma Bass ya li dij mirovahiyê ji raya giştîre eşkere bikin û daxwaza gelê Kurd yên ku riya aştiyane ji xwe re hilbijart û xwe wek aliyê sêyemîn nîşan daye destek bike''.
Di dawiya daxuyaniya xwe de PYD'ê êrîşên li ser gelê Eşrefiyê şermezar kir û berxwedana gelê Kurd û YPG'ê silav kir û wiha dawî lê anî: '' Em wek PYD'ê êrîşên rejîma Bass bi tundî şermezar dikin, her wiha em berxwedana gel û YPG'ê ya li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê silav dikin. Em bang li hemû rêxistin û saziyên navnetewî dikin bi çavên ku li deverên din yên Sûryeyê dinêrin li herêmê kurdan binêrin, di derbarê êrîşên ku ji aliyê rejîma Bass û komên çekdar yên girêdayî hêzên derve ne û êrîşî bajarê Serêkaniyê dikin bi erkê xwe yê mirovahî rabin. Em sersxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re şifaya bi lez daxwaz dikin''.