PYD sersaxî ji malbata Muslim xwest

PYD sersaxî ji malbata Muslim xwest

Desteya Rêveber a PYD’ê bi daxuyaniyekî nivîskî bi boneya şervanê YPG’ê û kurê Hevserokê PYD’ê Şervan Salih Muslim ku di pevçûnên li rojavaya Girê Spî jiyana xwe ji dest dabû sersaxî ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û malbatê sersaxî xwest. 

Bi boneya şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û  kurê Hevserokê PYD’ê Şervan Muslim ku di pevçûnên li rojavaya Girê Spî jiyana xwe ji dest dabû bi daxuyaniyekî nivîskî ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û malbatê sersaxî xwest. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xeta azadiyê bi ciwanên Kurd ên herî bi rûmet dewam dike. Di daxuyaniyê hate destnîşan kirin ku kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Şervan Salih Muslim di eniyên şer ên rojhilatî Kobanê piştî qehremaniyek bê hempa nîşan daye, jiyana xwe ji dest daye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê îradeya gelê kurd li dijî hêzên tarî li berxwe bide û dê xeta xwe yê berxwedanê bidomîne û li dijî hemû cûriyên êrîşan destketiyên bi xwînê hatine avdan biparêzin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şehadeta Şervan Muslim careke din îsbat kir ku gelê kurd bi ramanên xwe yên azadiyê bawer dike û beşeke ji xeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e û dê heta dawiyê li berxwe bide. 

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Hevserokê PYD’ê Salih Muslim hate xwestin û ev tişt hate gotin: ‘‘Em sersaxiyê ji malbata Muslim, gelê kurd û YPG’ê re dixwazin.  Em soz didin ku emê xeta xwe ya berxwedanê bidomînin û şopa şehîdên ku bûne rêberên me yên menewî bişopînin.’’