PYD û Asûriyan geşedanên dawî nirxandin

PYD û Asûriyan geşedanên dawî nirxandin

Bi armanca nirxandina geşedanên  dawî li herêmê, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  û nûnerên Rêxistina Asûrî ya Demokrat li hev civiyan.

Li Tirbespiyê nûnerên PYD’ê û nûnerên Rêxistina Asûrî a Demokrat bi armanca nirxandina geşedanên dawî li herêmê li hev civiyan. Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê PYD’ê Silêman Bedir axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê. Bedir bal kişand ku pêwîste meclîsa herêmî ya Tirbespiyê ku ji hemû pêkhateyên bajêr hatiye sazkirin bê pratîzekirin.

Bedir,da zanîn ku herêm di rewşeke dîrokî de derbas dibe û ev tişt anî ziman: ‘‘Pêwîse di vê dema nazik de hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryanî bi biratî bi hevre jiyan bikin û pêwîste her kesek li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin.’’

Li ser navê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Aşar Ebû Merdox axivî û behsa pirsgirêkên rêveberiya bajêr kir. Merdox da zanîn ku pêwîste meclîsa herêmî ya Tirbespiyê bê piratîzekirin û karê xwe baş pêk bîne. Merdox banga jiyana hevbeş û biratiyê li hemû pêkhateyan kir.