PYD û TEV-DEM ji malbata Ebdela Yûsif re sersaxî xwestin
PYD û TEV-DEM ji malbata Ebdela Yûsif re sersaxî xwestin
PYD û TEV-DEM ji malbata Ebdela Yûsif re sersaxî xwestin
Desteya Rêveber a PYD û Koordînasyona TEV-DEM ji bo malbata kesayetê kurd ên welatparêz Ebdela Yûsiv peyama sersaxiyê şandin.
Desteya Rêveber a PYD’ê û Koordînasyona TEV-DEM ji ber wefata kesayetê welatparêz Ebdela Yûsif ê duh çû ser dilovahiya xwe, ji malbatê re peyama sersaxiyê şandin.
Di peyama TEV-DEM’ê de bal hate kişandin ser rola Yûsif a di nava tevgera azadiyê de û ev tişt hate gotin; “Ti carî Ebdele Yûsif ji bo piştgiriya tevgera azadiyê di aliyê menewî û madî de çav tengî ne dikir û her dem di nava xebat de bû. Ebdela Yûsif rê li pêşiya zarokên Îsmaîl û Şervîn ne girt û bûn ji şehîdên pêşeng ên Rojavayê Kurdistanê.”
Di dawiya peyama TEV-DEM’ê de sersaxî ji malbata Yûsif re hate xwestin.
Desteya Rêveber a PYD’ê ji malbata Yûsif de sersaxî xwest; "Partiya me li herêma Dêrikê kesayetê neteweyî yê mezin Ebdela Yûsif ku li ser nirx û ramanê me dimeşiye winda kir. Yûsif hemû hêza xwe ya madî û menewî xistibû xizmeta şoreşa gelê kurd de û bû bavê şehîd Îsmaîl û Şervîn."
Di dawiya peyamê de sersaxî ji malbata Yûsif re hate xwestin.