Qamyona melzeme ji qereqolê re dibir qeza kir: 2 kes mirin
Qamyona melzeme ji qereqolê re dibir qeza kir: 2 kes mirin
Qamyona melzeme ji qereqolê re dibir qeza kir: 2 kes mirin
Qamyona ku melzeme ji yekîneya leşkerî ya li gundê Bêzelê yê ser bi navçeya Şemzînanê re dibir qeza kir û du kesên tê de mirin.
Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê qamyona ku melzeme ji yekîneya leşkerî ya li gundê Bêzelê re dibir ji rê derket û qulipî. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, qamyona sivîl ku melzeme ji yekîneya leşkerî ya li gundê Bêzel ê 65 kîlometreyan dûrî navçeyê dibir, li nêzî mezraya Yeşîlbayir ya 50 kîlometre ji rê derket û qulipî. Piştî ku qamyon qulipî agir pêket. Li gel ajovan û kesekî pêre ku navên wan nehatin zanîn mirin.
Wesayîta ku agir pêket û bi dengê teqîna wê gundî pêhesiyan, bi derfetên xwe hewildan agir bitemirînin. Welatiyên ku nekarîn agir bitemirînin, nekarî du kesên di wesayîtê de derbixin. Hate ragihandin ku, piştî wesayît bi vînca leşkerî hate rakirin, gundiyan 2 kesên ku hemû laşê wan şewitî derxistin. Hate diyarkirin ku, kesên mirine qeydkiriyê şêniya Tetwana Bedlîsê ne.
Hate hînbûn ku, têkildarî qezayê cendirmeyan lêkolîn daye destpê kirin.