Qazî Mehemed li Efrînê hate bibîranîn
Qazî Mehemed li Efrînê hate bibîranîn
Qazî Mehemed li Efrînê hate bibîranîn
Rêberê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mehemed li Efrînê bi semînerekê hate bibîranîn.
Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê ji aliyê PYD’ê ve hate organîzekirin. Semînera ku gelek kes beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama PYD’ê Ayşe Sîpan axaftinek kir û li ser jiyan û têkoşîna Qazî Mehemed rawestiya.
Eyşê Sîpan destnîşan kir ku Qazî Mehemed bi destê xaînên ku dixwazin gelê kurd di qirkirinê re derbas bikin hatiye darvekirin.
Piştî Sîpan, kesên beşdarî semînerê bibûn jî der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û li ser girîngiya yetiyê rawestiyan.