Qendîl di bin bombebaranê de ye
Qendîl di bin bombebaranê de ye
Qendîl di bin bombebaranê de ye
Hêjmarek zêde balefirên şer yên artêşa Tirk ku sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin, Qendîlê bombebaran dikin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, hêjmarek zêde balefirên şer yên artêşa Tirk ku li gorî demjimêra herêmî 18:20’an de sînorê Başûrê Kurdistanê derbazkirin, derdora herêmên Enzê û Qubyan yên Qendîlê bombebaran dikin. Hate ragihandin ku, bombebaran li derdora gundê Enzê didome û balefirên şer yên xwe vala dikin, hinek balefirên din tên bombebaran dikin. Her wiha hate diyarkirin, ku balefirên keşfê yên DYA’yê jî li ser Qendîl digerin.
Heya niha di derbarê ka windahiyên can û mal hene yan na agahî nehatine girtin.
Şeva din jî balefirên şer yên artêşa Tirk li gorî demjimêra herêmî 00.40'an de derdora gundên Lewcê û Enzê yên herêma Qendîlê bombebaran kiribûn.