Qendîl ji bo Newrozê amade ye
Qendîl ji bo Newrozê amade ye
Qendîl ji bo Newrozê amade ye
Newroza ku ji aliyê şaredariya Qendîlê ve hatî organîze kirin, amadekariyên ku dihatin kirin bidawî bûn. Şaredarê Qendîlê Şêx Omer got; “Em ji bo Newrozê amadene, Qendîl qeleya berxwedanê ye, peyama ku em li vir bidin pêwîste baş were fêm kirin.”
Şêx Omer ku li ser qada ku bin qontarên Qendîle dê 21’ê Adarê Newroz lê were pîroz kirin kontrol dike, diyarkir ku ew li benda 100 hezar kesên ji her çar perçeyên Kurdisanê û ji welatên cûda ne, her wiha amadekarî jî li gorî wê hatine kirin. Şaredar Şêx Omer ku qada Newrozê kontrol dike ji ajansa me ANF’ê re axivî û wiha got: “Me amadekariyên xwe xilas kirin, em ji bo Newrozê amade ne.” Şêx Omer diyarkir ku, “Em dê li vir peyama aştiyê bidin tevayî cîhanê. Gelê me li benda peyama Rêber Apo ye.Qendîl qela berxwedanê ye. Bi tevlîbûna gelê me peyama ku em dê li vir bidin pêwîste baş were fêm kirin.”
Şahiya ku dê bi sloganên “Azadiya Rêber Apo, çareseriya doza Kurde”, dê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Konseya Rêveber ya KCK’ê bê xwendin. Her wiha dê hunermend Necmedîn Xulamî, Kawa, Bengîn Agir, Zozan, Koma Raperîn, Koma Zarokên Qendîlê, Melek Rojhilat û Koma Şehîd Kerwan derkevin ser dikê.