Qendîl ji bo Newrozê amade ye

Qendîl ji bo Newrozê amade ye

Weke her sal îsal jî Qendîl û gelê Qendîlê xwe ji bo hatina Newrozê  amade dikin. Lê vê carê coş, kelecan û amedekariya Newrozê di radeyeke herî jor de ye. Ji ber di dîroka Kurd de cihê Qendîlê her dem cûda bûye û hîn jî di hiş û mejiyê Kurd de cihê xwe yê dîrokî diparêze û berdewam dike.

Newroza îsal ji aliyê şaredariya binarê Qendîlê ve tê organîzekirin. Gelê Kurd Newroza îsal bi dirûşmeya ‘Em Newroza 2013’an bikin Newroza azadiya Rêber APO û çareseriya doza Kurd’ ‘Serkeftina şoreşa Rojava serkeftina gelê Kurd e’, ‘ Berxwedana gelê Qendîl û gerîlayên Kurdistanê zemîna çareseriyê afirandiye’ dê bê pîrozkirin.

Komîteya Amadekar a Newrozê derbarê amadekariyan de axivî. Komîteyê diyar kir ku, Newroz di 21’ê Adarê de dê di demjimêr 11.00’an dest pê dike. Her wiha hunermendên wekê; Koma Sonya zarokên Qendîl, Kawa, Hozan Zozan, Necmedîn Xulamî, Bengîn Agirî, Melek Rojhat, Koma Ş.  Kerwan Gabar ya Germiyan û koma govendê ya Raperîn a Ranya yê dê derkevin ser dîkê.

Endama Komîteyê Evîn Faraşîn derbarê amadekariyan de wiha got: “Ji bo em bikarin vê Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber APO û çareseriya doza Kurd  em li binarê Qendîlê Newrozê pêşwazî dikin. Ji ber ku Qendîl bo me di warê berxwedan û serkeftinê de cihekî sembole. Em hemû gelê xwe vedixwînin Newrozê. Di vê Newrozê de bernameyeke me ya dewlemend heye.  Ji ber vê em bawer dikin ku dê gelê me bi hezaran biherikin qada Newrozê û em ji niha de Newroza rêber APO û hemû gelê Kurd pîroz dikin.”