Qendîliyan berxwedana Rojava silav kirin

Qendîliyan berxwedana Rojava silav kirin

Komkujî û êrîşên çeteyên El Qaîdeyê yên li Rojavayê Kurdistanê dimeşînin, li gundên Ênzê û Xubyan ên herêma Navdeşt a Qendîlê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Gundiyên Ênzê û Xubyan ên li binarên Qendîlê, ji komkujiya li dijî gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin, duh bi pêşeniya Tevgera Welatiyên Azad û Yeksan daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endamê Tevgera Welatiyên Azad Merûf Resûl daxuyanî da û diyar kir ku ew weke şêniyên Qendîlê, kiryarên li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd tên kirin, şermezar û riswa dikin. 

Resûl got, "Îro zarokên me tên windakirin, pîrejin û pîremêran dukujin û cenazeyên wan davêjin kolanan, êrîş dibin ser malên kurdan, hemû jî di bin navê îslamê de bi rêve diçe. Em van kiryarên kirêt qebûl nakin û emê nekin. Her wiha em dagirkerên xwe agahdar dikin ku em kurd ji balefir, enfal û kîmya barana netirsiyan û em natirsin ji ber vê em ji wan jî natirsin.  Ji ber kurd bi mirin û enfalan bi dawî nabe, berovajî hîn zêdetir dibin. Çawa me rejîma Bees bi bin xist û tune bû, ewê jî rêjîma Suriye jî bi bin bixin û tune bikin.”

Endamekî din ê Tevgera Welatiyên Azad Mihemed Bestê jî axivî û wiha got; “ em ji bilindahiya çiyayên Qendîl piştgiriya gelê xwe ya kurd dikin. Em ji vir peyamekê didin dagirkerên xwe û em dibêjin, kesên ku di bin navê îslamê de êrîş dibin ser gelê kurd heyanî niha me alîkariya gelek şoreşên kurdistanê kirin, em ji vir ve piştgiriya şoreşa gelê xwe ya rojava jî dikin. Em ji tu neyaran natirsin û pêwîst bike emê bi xwe biçin û alîkariya wan jî bikin.”
Daxuyanî bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.