Li gorî lêkolîna nû ya ji aliyê zanyaran ve hate kirin, qeşaya bakûr, îsal di rêjeyek ji sedî 18 de kêm bû. Bi helîna dawiyê re qeşayiya bakûr rekora helandinê şkand.
Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Zanîsta Berf û Qeşayê ya DYA’yê ve hate kirin de, li gorî pîvanên ku ji sala 1979’ê ve li cemsera bakûr tê kirin, îro rêjeya qeşayê daketiye asta herî jêr.
Li gorî daneyan di sala 2007 de qada qeşayî 4,17 milyon kîlomtere dam bû, lê ev herêma qeşayî niha 700 hezar kîlometre kêm kiriye. Ji dîrektorên navendê Mark Serreze bal kişand ku bandora germahiya global li cemsera bakûr tê dîtin û diyar kir ku ev yek jî nîşan dide ku germahiya global çiqas bandorê lê dike.
Ji heman navendê Julienne Stroece da zanîn ku dê havînên ji ya sala 2012 germtir jî bên dîtin. Stroece diyar kir ku dê di encama vê yekê de zûhabûnek zêdetir, germahiyek zêdetir çêbibe û dê lehî jî rabin.
Zanyarên Zanîngeha Cambridgeyê hefteya borî dabûn diyarkirin ku dê di nava 3-4 salên pêş de qeşaya bakûr bi temamî bihele.