Qeşaya dihele dê bandor li hewaya Ewropayê bike

Qeşaya dihele dê bandor li hewaya Ewropayê bike

Zanyaran dan zanîn ku helîna parçeyên qeşaya li cemsera bakur dê nava çend salên bên de bi lez zêde bibe û diyar kirin ku ev yek dê bandorê li welatên Ewropayê bike.

Her havîn bi awayeke xwezayî beşek ji qeşayên li cemsera bakûr dihele. Lê ev qeşayên ku dihelin di demsala zivistanê de careke din diqerisin. Lê di vê havînê de ji ber zêdebûna germahiyê rekorek hat şkandin û helandinek pir zêde pêk hat.

Cîhazên beriya 30 salan ji bo pîvana rêjeya helîn û qerisînê beriya 30 salan li herêmê hatibûn bicihkirin, rêjeya helîna havîna îsal di astek bilind de nîşan dan.

Enstîtuya Cemserê ya Norwêcê ku li Cemsera Bakur lêkolînan dike diyar kir ku ev leza helîna qeşaya li Cemsera Bakur di van salên bên de dê zêde bibin û dê encamên mezin bi xwe re bnin.