Qetilkirina Besna Çelîk li Êlihê hat şermezarkirin

Qetilkirina Besna Çelîk li Êlihê hat şermezarkirin

Aktîvîstên Platforma Jinan a Êlihê qetilkirina Besna Çelîk a ku cenazeyê wê li ber riya navçeya Kercewisê hate dîtin şermezar kir û xwest ku kiryar bên darizandin.

Platforma Jinan a Êlihê, têkildarî qetilkirina Besna Çelîk a ku li gundê Cîmêlînê ya navçeya Kercewisê li taxa Guneykentê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Rehşan Çarboga, Endama Meclîsa BDP'ê Melîha Varişli, Alîkara Şaredarê Êlihê Gulîstan Akel û SELÎS û gelek jinên din tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê jinan Xebatkara SELÎS'ê Sohbet Arslan, daxuyanî xwend û diyar kir ku dîsa di nêzî 8'ê Adarê de jinek din hate qetilkirin. Arslan, anî ziman ku hêj li Tirkiyeyê rojê 5 jin tên qetilkirin û heta şîdeta li hemberî jinê bi dawî nebe dest ji têkoşîna xwe bernadin. Arslan, da zanîn ku ewê komkujiyê şermezar bikin û dê dozê bişopînin.

Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat jî diyar kir ku ew li hemberî hemû cureyên şîdetê yên li hemberî jinê ne û heta şîdet ji holê tê rakirin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Akat, anî ziman ku ew ji bo qatilên Besnayê bêndîtin dê bixebitin û xwest ku kiryar bên dîtin û bên darizandin.