Qeydên perwerdeya Kurdî-Der a Wanê roja Duşemê destpê dike

Qeydên perwerdeya Kurdî-Der a Wanê roja Duşemê destpê dike

Bi diyarkirina rêveberiya nû û derbazbûna sîstema hevserokatiyê Kurdi-Der a Wanê ji bo sala nû ya perwerdê roja duşemê dest bi qeydan dike.Kurdî-Der a Wanê gel vexwand tevlîbûna perwerdeya Kurdî.

Kongreya ku du hefte berê hatibû li darxistin,rêveberiya nû hate diyar kirin û derbasî sîstema hevserokatiyê bûn. Rêveberiya  Kurdî-Der a Wanê civînekî çapemeniyê li darxist. Di civîna çapemeniyê de Hevserokên Kurdî-Der a Wanê Jînda Rugeç Kaçak, Okkeş Kava, Îsmaîl Aşkan serokê berê yê Kurdî-Derê ku cardin ji bo rêveberiyê hate hilbijartin tevlî civînê bûn.

Hevseroka Kurdî-Der ya Wanê Jînda Rugeş Kaçak ku di civînê de axivî  diyar kir ku ji bo perwerdeya bi kurdî amadekarî xelas kirine û roja Duşema 20’ê Cotmehê qeydên perwerdeya bi kurdî yên bêne destpê kirin wê heya 5’ê Mijdarê berdewam bikin.

Kaçak ku diyar kir di pakêta demokratîkbûnê ya Serokwezîrê Tirk R. Tayyip Erdogan ku ‘li dibistanên teybet perwerdeya bi Kurdî’ cihê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê nagire û wiha got: “Di dibistanên teybet perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zimanên biyanî tê dayîn. Vir Kurdistane û bi milyonan kurd lê jiyan dikin. Em difikirîn ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji dibistanên dayikê heya zankoyan pêwiste bê dayîn. Ji ber vê em gelê xwe vedixînîn tevlîbûna perwerdeya ku şaxa me dide destpê kirin.”

Kaçan rêveberiya nû ya Kurdî-Der ya Wanê ji Jînda Rugeş Kaçak, Okkeş Kava, Baran Demîr, Fethullah Uçmaz, Sûleyman Ozdaşli, Îsmaîl Aşkan, Tehsîn Tîmûr û Erdal Sayyît pêk tê diyar kir.