Qeymeqam ambargoya elektrîkê danî ser gundî
Qeymeqam ambargoya elektrîkê danî ser gundî
Qeymeqam ambargoya elektrîkê danî ser gundî
Li mezra Sakizli ya Bazîdaxayê gundiyekî bi navê Orhan Agaç diyar kir ku Qeymeqamê Navçeyê bi hinceta "alîkariyê dide rêxistinê" ev du sal in ambargoya elektrîkê daniye ser wî. Ev tengezariya navbera Qeymeqamê Navçeyê û Agaç, kêmî çîrokên Azîz Nesîn nîne.
Li mezra Sakizli ya navçeya Wan Bazîdaxayê, malbata Agaç ji ber astengiya Qeymeqamê Navçeyê ev du sal in bê ceyran e. Çîroka malbata Agaç û mezra Sakizli di salên 1990'î de destpê dike.
Di salên 1990'î de ji ber ku cerdevanî qebûl nekir, gundiyên gundê wan hat valakirin koçî bajarên cuda kirin û di salên 2000'î de ji nû ve li gundê xwe vegeriyan. Lê belê ji ber ku binesaziyek li gundê wan nemabû, gundiyên li cih û warên xwe vegeriyan rojên zor û zehmet kişandin. Tevî vê zehmetiyê jî biryar dan li gundê xwe bimînin. Nêzî 50 malbatan serî li Meclîsa Giştî ya Bajarê Wanê dan û xwestin pirsgirêkên binesazî û elektrîkê yên gundê wan bên çareserkirin.
Li ser vê yekê, bi biryara Meclîsa Giştî ya Bajêr re Qeymeqamiya Bazîdaxayê weke karê yekemîn dest bi dayîna elektrîkê kir. Şefîtiya TEDAŞ ket nava tevgerê û dest bi kişandina xeta eletkrîkê kir ji bo gund. Lê belê xeta elektrîkê nekişand mala Orhan Agaç ê 10 salan rêveberiya HADEP, DEHAP û DTP'ê kiriye. Li ser vê yekê Agaç pirsa "We elektrîkceyran kişandin mala her kesî, çima hûn nakişînin mala min" li mutahît kir û mutahît jî anî ziman ku li ser fermana Qeymeqamiyê wan elektrîk nekişandine mala wî. Tevî hemû hewldanên malbata Agaç pirsgirêka Qeymeqam nehat çareserkirin û malbat ev du sal in neçare li ber lembeya gazê jiyana xwe dewam bike.
‘JI BO HER KESÎ ELEKTRÎK HEYE LÊ JI BO MIN NÎNE’
Orhan Agaç der barê mijarê de agahî da û diyar kir ku elektrîk ji her kesên li gund re hatiye dayîn, lê bi tenê ji malbata wî re nehatiye dayîn. Agaç ragihand ku mala wî li pêşberî qereqolê ye û ji ber rêveberiya BDP'ê kiriye bi salan hatiye şopandin û wiha axivî: “Di rewşa niha de 11 zarok mexdûr in. Bi cotkariyê debara xwe dikim. Qet deynekî yê min ê elektrîkê jî nîne, lê ji aliyê Qeymeqamê navçeyê ve ji qestî elektrîk nayê dayîn. Bi dehan caran min xwest bi Qeymeqamê navçeyê re hevdîtinê bikim, lê belê bi min re hevdîtin nekir. Ez çûm TEDAŞ’ê got here ‘li gel qeymeqam hevdîtinê bike’ gotin ev yek me derbas dibe’. Derfetê hevdîtinê bi rayedarên Qeymeqamtiyê re çêbû, wan jî ji min re gotin, ‘Tapoya mala te nîne’. Min got ‘Ji xwe tapoya vî gundî nîne’ û ez li hember derketim. Lê belê min encam negirt.”
MIJAR ÇÛ BER DESTÊ MECLÎSA GIŞTÎ YA BAJÊR
Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê BDP'yî Şeref Şahîn rewşa malbata Agaç dijî, xist rojeva Meclîsa Giştî ya Bajêr. Şahîn da xuyakirin ku di xetên av û eletkrîkê yên gund û mezrayên li herêma mijara gotinê pirsgirêk hene, lewma mezra gelek rojan di tariyê de dimînin û got, "Rûniştvanên gundikê Sazikliyê destnîşan kirin ku elektrîka Orhan Agaç bi fermana qeymeqamiyê ve hatiye birîn. Ev mijar me ji gundiyan pirsî wan jî ev pişt rast kir.” Dema ku muteahîd şebekeyên ceryanê ji gund re dikêşe Orhan Agaç ji wan re dibêje çima we xet kêşa mala her kesê hûn na kêşin mala min, Muteahît jî dibêje bi fermana qeymeqam gotine ceryanê nedinê. Orhan Agaç pişt re diçe li gel şefê TEDAŞ’ê ew jî ew ji heman bersivê dide. Ev welatiyên ku ceryana wan neyîn ji aliyê komîsyona me ve hatiye tesbît kirin."