Qeymeqamê Elbakê ji bo welatiyan bike cerdevan li gundan digere
Qeymeqamê Elbakê ji bo welatiyan bike cerdevan li gundan digere
Qeymeqamê Elbakê ji bo welatiyan bike cerdevan li gundan digere
Qeymeqamê navçeya Elbaka Wanê Murat Buyukkose li gel nûnerên saziyên dewletê li gundên navçeya Elbakê geriya û ji welatiyan xwest dîsa bibin cerdevan. Rêxistina BDP'ê bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku, êdî pergala cerdevaniyê têk çûye û xwest êdî hemû cerdevan dest ji çekan berdin û dewlet bi tevahî çekan ji holê rake.
Rêxistina BDP'ê ya Elbakê di derbarê hewldana dewletê ya ku dixwazin welatiyan bi zorê bikin cerdevan li kolana Kadir Saruhanê daxuyanî da çapemeniye. Serokê BDP'a Elbakê Senar Yeşîlirmak, Şaredara Elbakê Hecer Sarihan, endamên meclisa giştî ya bajar MEYA-DER û KURDİ-DER'ê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Serokê BDP'a Elbakê Yeşilirmak, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku, li aliyekî AKP behsa aştiyê dike, li aliyê din dixwaze welatiyên herêmê bike cerdevan û wiha got: "AKP dixwaze navberê têxe nava gelê Kurd û Tirk , her wiha li herêmê şer gur bike. Niha ji qeymeqamê Elbakê Murat Buyukkose li gel nûnerên hemû saziyên dewletê heyetek ava kiriye û gund bi gund digere û ji welatiyan dixwaze bibin cerdevan.”
Yeşîlirmak da zanîn ku, “Hewldana Qeymeqam dîsa li ser polîtîkayên AKP'ê şên şer pêş dikevin û ev xizmeta aştiyê nake. Lê em dixwazin hikûmet bi tevahî cerdevanî û çekan ji holê rake û dawî li vê pergalê bîne. Gel êdî cerdevaniyê naxwaze."
Şaredara Elbakê Hecer Sarihan jî diyar kir ku, ev hewldanên AKP'ê û qeymeqam nayên qebûl kirin û xizmetê ji aştiya gelan re nake. Sarihan da zanîn ku, hikûmet bi riya Wezîran fermanê dide Walî û Qeymeqaman û dixxwaze dîsa pergala cerdevaniyê pêş bike û ew dê vê yekê qebûl nekin.