‘Qonaxa duyemîn li ber qedandinê ye’

‘Qonaxa duyemîn li ber qedandinê ye’

Endama Koordînasyona PAJK'ê Zîlan Stêrk bibîr xist ku qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê wê di meha Îlonê de bi dawî bibe, lê heta niha dewletê ti gaveke beçav neavêtiye.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Zîlan Stêr, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Stêrk da xuyakirin ku weke gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê, di pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibin û pêvajoya ku bi Newroza 2013'an re destpê kir, ji 3 qonaxan pêk tê. Stêrk got, "Di qonaxa yekemîn de barên diket ser milê tevgera azadiyê li pêş bûn. Agirbest hat îlankirin, gerîla dest bi vekişînê kir, dîl hatin berdan. Ev qonax, ev demeke dirêje qediyaye û qonaxa duyemîn destpê kir. Di vê qonaxê de jî, hîn bêtir bar û berpirsyarî dikeve ser milê dewlet û hikûmeta AKP'ê. Em nêzî dawiya vê qonaxê dibin. 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji aliyê tevgera me ve weke dema dawî ya bicihanîna berpirsyariyê vê qonaxê hatibû diyarkirin. Li hemberî vê AKP'ê û dewletê ya diviyabû bikira, nekir. Heta niha ti gaveke berçav neavêtiye."

Stêrk diyar kir ku gelê Kurd bi salane têkoşîna aştiyê dimeşîne û got, "Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi tenê li bakurê Kurdistanê nameşe. Îro ev têkoşîn li Rojavayê Kurdistanê jî tê dayîn. Li bakur agirbestek heye, xwîn narije lê em nikarin bêjin ku êrîşên li dijî gelê Kurd bi dawî bûne. Niha li Rojava şerekî giran tê dayîn. Raya giştî her roj şer û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê rû didin, dişopîne. Şerê li Rojava tê jiyîn, ne tenê ji bo Kurdên li Rojava pirsgirêka tevahiya Kurdan e."

Stêrk ragihand ku çi dibe bila bibe divê hemû sazî û kesayetên li Kurdistanê bi nava yekitî û yekparebûnê de tevbigerin û got, "Bi vî rengî nirxên li bakur, başûr, rojava, rojhilat nirxên heyî dikarin werin parastin."

Stêrk bal kişand ser amadekariyên konferansa neteweyî û got, "Girîng e ku di vê rê de paşve gav neyê avêtin. Pêwîste di vê kongreyê de ji bo berjewendiyên gelê Kurd biryar werin stendin. Pêşengiya jinan a di vê kongreyê de, wê diyarker be."