Li bajarê Nagazakî ya Japonayayê, di encama avêtina bombeya atomê ya ji aliyê DYA’ê ve pêk hate de kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.
Êrîş 67 sal berê pêk hatibû û di encama êrîşa pêk hat de gelek kesî jiyana xwe ji dest dabû. Kesên jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîmeke biranînê hatin bibîranîn. Merasîm bi koroya kesên sax rizgar bûn yên pîr û kal dest pê kir. Piştre di saeta ku bombe avêtin Nagazakî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin.
Serokwezîrê Japonyayê Yoshîhîko Noda, sefîrê Tokyo yên DYA’yê John Roos û gelek mîvanên biyanî tevli merasî bûn.
Şaredarê Nagazakî Tomîhîsa Taue di merasîmê de axivî û bang kir ku bila çekên nukler bi giştî rabin û wiha got: “Em dixwazin hemû çêkirina çêkên nukelerê hemû bên qedexekirin.”
DYA’yê 6’ê tebaxa 1945’an de bombeya atomê avêt Hîroşimayê û bû sedema mirina 140 kesî. 3 roj piştî vê êrîşê di 9’ê tebaxê de jî avêt Nagazakî û 80 hezar kes mirin.