Qurbaniyên Komkujiya Şengalê li Essenê hatin bîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Şengalê li Essenê hatin bîranîn

Li bajarê Elmanya Essenê, mirovên di Komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, bi çalakiyekê hatin bîranîn. Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşan kir ku heman têgihiştin îro li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dike û banga yekitiyê li gelê Kurd hat kirin.

Li herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê, di êrîşên bombeyî yên 14'ê Tebaxa sala 2007'an de, piraniya wan jin û zarok bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Tevî ku di ser re 6 sal derbas bûn jî komkujî nehat jibîrkirin. Duh li bajarê Elmanya Esswenê ji aliyê Mala Êzidiyan û Yekitiya Ciwanên Êzidiyan çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin û mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Komeleya Piştgiriyê ya Kurdan a li Elmanyayê pêk hat û wêneyên zarokên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Serokê Mala Êzidiyan Şêx Selîm di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku bi vê komkujiyê re Ezidiyatî û tevahiya gelê Kurd hedef hatiye girtin. Şêx Selîm got, "Ji ber ku Şengal navenda vê çandê ye. Ji bo Kurdayetî û Êzidiyatiyê tine bikin, êrîşî vir kirin. Divê herkes vê bi vî rengî zanibe. Heta niha 72 ferman li hemberî me hatin derxistin. Bi qasî van fermanên nû werin pêkanîn jî, dîsa emê dest ji çand û ola xwe bernedin."

Serokê Yekitiya Ciwanên Êzidiyan Seîd Şengalî jî da xuyakirin ku bûyerên li Şengalê rû dan îro li Rojava jî dewam dike û got, "Komkujiya li Şengalê îro li Rojava dewam dike. Lê mixabin cîhan bêdeng e. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî bi girtina deriyê sînor re bêdengiya xwe dewam dike. Ev cihê şermê ye." 

Serokê Komeleya Piştgitiya Kurd-Elman Yilmaz Gultekîn jî komkujî şermezar kir û banga yekitiyê li urdan kir.

Piştî axaftinan, Hozan Edman derket ser dikê û helbestên xwe yên li ser mirovên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dan nivîsandibû, xwend.