Qurbaniyên Roboskî li Tirbespiyê û Dirbêsiyê hatin bibîranîn

Qurbaniyên Roboskî li Tirbespiyê û Dirbêsiyê hatin bibîranîn

Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Tirbespiyê û Şaxa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a Dirbêsiyê xwepêşandan lidar xistin û qurbaniyên komkujiya Roboskiyê bibîr anîn.

Bi armanca bîranîna 34 qurbaniyên komkujiya Roboskiyê ku di 28’ê Kanûna 2011’an de ji aliyê balefirên artêşa Turkiyê ve hatibûn bombebarankirin û kuştin, Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Tirbespiyê xwepêşandeke girseyî lidar xist. Bi sedan jinên ku di nava wan de nûnerên saziyên civaka sivîl jî hebûn, li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger hatin cem hev û ber bi Meydana Azadî ya li navenda bajêr ve meşiyan.

Meşvanan pankartên "Em komkujiya Roboskiyê şermezar dikin”, “Jinên Rojava bi tere ne Roboskî" hildan û heta Meydana Azadî meşiyan. Piştî meşê endama Rêxistina Yekîtiya Star Mekrume Hesen axivî û qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn. Mekrume Hesen her wiha bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya li hember komkujiyê.

Di dawiya Çalakiyê de daxuyaniya Yekîtiya Star ya derbarê piştgiriya kampanyaya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) de hate xwendin.

Şaxa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a Dirbêsiyê jî têkildarî mijarê, li ber avahiya saziyê daxuyaniyek da û qurbaniyên komkujiya Roboskî bibîr anîn.