Radiyoya 'Dengê Efrîn' 1’ê Îlonê dest bi weşana xwe dike

Radiyoya 'Dengê Efrîn' 1’ê Îlonê dest bi weşana xwe dike

Tevî hemû astengiyan jî Radyoya Dengê Efrîn FM dê sibe dest bi weşana xwe ya asayî bike.

Radiyoya Dengê Efrîn FM ku di 12'ê Xizîranê de dest bi weşana xwe ya TEST'ê kiribû, tevî hemû astengiyên mîna tunebûna Internetê û ceyranê jî dê sibe 1'ê Îlonê dest bi weşana xwe ya asayî bike û yekemîn Radyoya ku wê bi zimanê Kurdî li herêma Efrînê weşanê dike.

Endamê rêveberiya Radyoyê Sirac Hesen diyar kir ew hewildidin ku hemû astengiyan derbas bikin û roja 1'ê Îlonê dest bi weşanê bikin. Hesen diyar kir ku ekîba radiyoyê bi coşeke mezin xebatên xwe berdewam dikin ku weşan asayî di dema ku hatiye destnîşankirin de pêk were.

Radyoya Dengê Efrînê FM dê li ser pêla FM 90,3 weşanê bike.