Rafineyên patrolê yên li Sûriyeyê êdî kar nakin

Rafineyên patrolê yên li Sûriyeyê êdî kar nakin

Li Sûriyeyê herdu cihên petrolê safî dikin ku li bajarên Humis û Banyasê ne hatin rawestandin. Ji ber vê tê gotin ku dê demêke nêzik li Sûriyeyê kêşaya mazot û benzînê rû bide.

Çavkaniyan ji bajarê Ladiqiyê diyar dikin ku herdu cihên safîkirina petrola Sûriyeyê ku li Homis û Banyasê ne ji ber ku petrola ji Dêrelzorê û Rojavayê Kurdistanê di rêya boriyan dihatin van mesfayan hate birîn, rawestiya. Herdu bi temametî êdî kar nakin.

Petrola Sûriyeyê ji Dêrazorê û Rojavayê Kurdistanê derdikeve û ji ber şer û pevçûnên dawî karên li ser bîrên petrolê rawestiyaye.

Heman çavkaniyê diyarkir ku du gemiyên ku mazotê bardikin ji Îranê gihiştin rawestgeha gemiyan a Ladiqiyê. Herwiha tê gotin ku divê mazot di demeke nêzîk de ji Sûriyeyê re ji aliyê Finzwêla were şandin.