Raperîna li Girtîgeha Mûşê bi dawî bû
Raperîna li Girtîgeha Mûşê bi dawî bû
Raperîna li Girtîgeha Mûşê bi dawî bû
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, raperîna girtiyên jin ên zext û binpêkirinên mafan protesto dikirin, li dû hevdîtina parêzerên ÎHD'ê bi girtî û rêveberiya girtîgehê re bi dawî bû.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, ji ber ku gardiyanan xwestin dest deynin ser kinc û pirtûkên girtiyên PAJK'î û koxûşan ji hev veqetînin raperînê destpê kiribû. Raperîn di encama hevdîtinan de bi dawî bû. Hat ragihandin ku ji ber êrîşa gardiyanên mêr a li dijî girtiyên jin 9 girtiyên jin rastî lêdan û tacîzê hatin. Girtiyên jin piştre rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Gel li ber girtîgehê heta serê sibê nobed girt û parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî bi rayedar û girtiyan re hevdîtin kirin.
Parêzer Mensûr İşik li dû hevdîtina bi girtiyên jin û mêr daxuyaniyek da û anî ziman ku girtiyan ji wan re gotine li girtîgehê rewşeke awerte nîne û rewşa wan a tenduristiyê baş e.
Li ser daxwaza girtiyan, çalakiya nobedê ya li pêş girtîgehê bi dawî bû.