Rapora DÎSÎAD: 450 hezar Êzidiyan koç kirin

Rapora DÎSÎAD: 450 hezar Êzidiyan koç kirin

Serokê DÎSÎAD'ê Burç Baysal diyar kir ku di encama lêkolîna wan de derketiye holê ku 450 hezar Êzidiyan ji cih û warên xwe hatine dûrxistin û got: "Dibe ku di demek nêz de zêdetirî 100 hezar xwişk û birayên me yên Êzidî bibin mêvanên me."

Komeleya Karsaz û Pîşesazî ya Amedê (DÎSÎAD) der barê êrîşên çeteyan ên li hemberî Êzidiyan de li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrojhilat daxuyanî da çapemeniyê. Rêveber û endamên DÎSÎAD'ê, Serokê Desteya Şêwirmendiya Bilind Raîf Turk û endamên Komeleya Tekstîlvanên Başûrojhilat tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Serokê DÎSÎAD'ê Burç Baysal ve hat xwendin. 

Baysal diyar kir ku ew ji roja ewilî heta niha rewşa Êzidiyên ku 72 ferman li ser rabûne û niha ji cih û warê xwe hatine dûrxistin ji nêz ve dişopînin. Baysal got ku ji bo rewşa Êzidiyên di cih de bişopînin bi saziyên sivîl re di 9'ê Tebaxê de çûne başûrê Kurdistanê û wiha axivî: "Me trajediya ku Êzidî dijîn ji nêz ve dît. Di encama lêkolînên me de derket holê ku 450 hezar Êzidî ji ber êrîşan cih û warên xwe terikandine. Di nava şert û mercên dijwar de li ber xwe didin."

Baysal destnîşan kir ku divê ji bo Êzidiyan xebatên hevpar bên meşandin û got: "Dibe ku di demek nêz de zêdetirî 100 hezar xwişk û birayên me yên Êzidî werin vir û bibin mêvanên me. Ji ber vê yekê divê cihên ku lê bimînin bên amadekirin û piştgiriya perwerde, tenduristî û derûnî bên dayîn. Ji ber ku demsala zivistanê nêz dibe divê hemû xebat bi awayekî koordîneyî û bi plan werin meşandin."